Rûsya û Çîn bang kirin da Amerîka bê sert dagere ser peymana nukleerî

23 March 2021 01:26 0 dîtin
Rûsya û Çîn bang kirin da Amerîka bê sert dagere ser peymana nukleerî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li Amerîkayê kirin da bê şertekî bide pêş, vegere ser peymana nukleerî ya bi Îranê re.

Ragihandin li herêma otonom ya Çînê ya bi navê Guangşi Cuang ê çêbû ji ber ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bo 2 rojan seredana Çînê kiribû, bi wezîrê Çînê re li wê derê civiya. Her dû wezîr li ser pêşdeçûnên dawiyê û mijarên bo xwe girîng axifîn û di nav xwe de bûn hemfikir.

Hedefeka wan Amerîka bû ku bo wê gotin kiryarên van salên dawiyê yên Amerîkayê zerarê daye aştiya giştî û geşepêdanâ cîhanê. Hem Amerîkayê bi zordariya yek alî, destxistina nav karên dewletên din tewan kirin û gotin divê Amerîka dev ji avakirina grûbên biçûk yên berxwedêr berde.

Her dû wezîr her weha xwestin da di herêmê de “Platforma ewlehiyê û diyalogê” bê avakirin bi taybetî li Kendavê.