‘Rûsya û Îsraîlê li ser derxistina Îranê ji Sûriyê li hev kirin’
PeyamaKurd – Generalekî Îsraîlî ji medya Îsraîlê re ragihandiye ku di hevdîtina 22yê Cotmehê ya li Soçîyê ku di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de pêk hatiye de, her du serokan li ser derxistina Îranê ji nav erda Sûriyê li hev kiriye.
Li gorî nûçeya Jeruselam Postê generalekî payebilind ê Îsraîlê ji Hêzên Asmanî, derbarê hevdîtina Bennet û Pûtîn de gotiye, her du welatan li ser li hev kirine ku ‘Îran û hêza wê ya wekîl Hizbullah ji Sûriyê bê derxistin.”
Çavkaniyên Jerusalem Postê diyar kirine, Îsraîl û Rûsya li Sûriyê mekanîzmeyekê bikar tînin daku pevçûn di navbera aliyan de dernekeve û Rûsyayê jî heta ku hêzên wan nexe xeterê destûra Îsraîlê daye asmanê Sûriyê ji bo êrîşan bikar bîne.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên rojnameya Şerqûl Ewsetê jî Amerîka li dijî nêzîkbûna Îsraîl-Rûsyayê dernakeve ku Rûsyayê wekî hêzeke bi bandor li Rojhilata Navîn dibînin. Herwiha bi vî awayî jî ji ber ku li şûna Îranê pêwendiya ligel Rûsyayê hildibijêrin, wê ji ber hevkariya ligel Îranê bandoreke neyînî li Serokê Sûriyê Beşar Esed bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin