Rûsya: Ukraynayê bi dronê êrîsî Moskowayê kir

18 August 2023 13:01 0 dîtin
Rûsya: Ukraynayê bi dronê êrîsî Moskowayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, Ukraynayê li paytext Moskowayê û herêma Moskovayê bi wesayîta hewayî ya bêmirov (ÎHA) êrîş pêk aniye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin, "Rêjîma Kîevê 18ê Tebaxê saet di 04:00'an de li gorî saeta Moskowayê bi balafirên bêmirov êrîşeke din a terorîstî pêk anî. ket nava avahiyekê."

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di bûyerê de ti ziyanên canî û şewat çênebûne.

Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, beşa balafira bêmirov li herêma ku Expocenter li Moskowayê ye ketiye û zirareke mezin nedaye avahiyê.

Sobyanin diyar kir, li gor agahiyên ewil di bûyerê de ti birîndar çênebûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, wesayiteke behrê ya bêmirov a artêşa Ukraynayê bi şev hewl da li Behra Reş êrîşî keştiyên şer ên Rûsyayê bike.