Ukraynayê bi dronê êrîsî boriya petrolê ya Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Rûsyayê ragihand, hêzên Ukraynayê bi dronê êrîşek li ser xeta Drujba ya ku petrolê dişîne Ewropayê pêk anîn.
Parêzgarê Herêma Bryanskê yê Rûsyayê Aleksandr Bogomaz diyar kir, artêşa Ukraynayê bi balafireke bêmirov (ÎHA) li hemberî xeta Drûjba ya ku petrolê dişîne Ewropayê, êrîşek li dar xist.
Bogomaz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir, Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi balafireke bêfirokevan êrîşî îstasyona pompekirina petrolê ya Novozibkov a li ser xeta Drujba ya herêma Bryansk a Rûsyayê kir û di êrîşê de tu kes birîndar nebûn.
Bogomaz eşkere kir, xebatkarên servîsa lezgîn li cihê bûyerê dixebitin û diyar kir, ji bo ewlehiya hin cihên herêmê elektrîk bi awayekî demkî qut bûye.
Rûsya bi rêya Drujba petrolê dişîne gelek welatên Ewropayê yên weke Polonya, Almanya, Hirvatîstan û Macarîstanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin