Rûsya weke bersiveke derxistina dîplomatên Rûsî dîplomatên Amerîkî dersînor dike
PeyamaKurd – Rûsya weke bersiveke li hember derxistina dîplomatên Rûsî ji Netewên Yekgirtî li New Yorkê û karmendek Rûsî ji Sekreteriya Netewên Yekgirtî, hejmarek dîplomatên Amerîkî dersînor dike.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir, wan lîsteyek ji hejmarek dîplomatên Amerîkî yên ku wê bêne dersînorkirin radestî Balyozxaneya Amerîka li Moskowê kiriye.
Wezareta Derve ya Rûsyayê da zanîn, derxistina dîplomatên Amerîkî bersivek e li hember derxistina dîplomatên Rûsî ji Netewên Yekgirtî li New Yorkê û karmendek Rûsî ji Sekreteriya Netewên Yekgirtî, ji aliyê Washingtonê ve.
Herwiha Wezaretê destnîşan kir: “Her kiryareke dijminane ya Amerîkayê li dijî Rûsyayê, wê bersiveke bibiryar û guncav jê re hebe.”
Washingtonê beriya niha ragihandibû, wan 12 dîplomatên Rûsî yên endamên nûnertiya Rûsyayê li Netewên Yekgirtî bi îdiaya “çalakiyên ku bi taybetiyên wan re nagunce” kirine dersînor kirine. Rûsyayê jî ew biryar weke binpêkirineke eşkere û pêngaveke nû ya êrîşkar a li dijî xwe nirxand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin