Rûsyayê ji bo 5 dîplomatên Swêdî biryar da
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, biryar hatiye dayîn ku 5 dîplomatên Swêdî wekî kesên nexwestî bên îlankirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev yek bersiva biryara hikûmeta Swêd a bo 5 dîplomatên rûsî ye ku wekî kesên nexwestî hatibûn ragihandin.
Hat diyarkirin ku tevî 5 dîpolamatên swêdî 3 karmendên balyozxaneya Swêd a Moskowê jî wekî kesên nexwestî hatine îlankirin ku ew dê bên dersînorkirin.
Herwiha hate ragihandin ku dê Rûsya ji 1ê Îlona 2023an pê ve karûbarên Konsûlxaneya Goteborg a Rûsyayê jî bide rawestandin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Swêd û Fîlandayê ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribûn, ev yek rastî nerazîbûneke tund a Rûsyayê hatibû û tê çaverêkirin, piştî pejirandina Tirkiyeyê welatê Swêd jî bibe endama NATOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin