Rûsyayê biryara dersînorkirina 34 dîplomatên Fransî da

18 May 2022 19:56 0 dîtin
Rûsyayê biryara dersînorkirina 34 dîplomatên Fransî da

PeyamaKurd – Hikûmeta Rûsyayê bi hinceta ku piştevaniya Ukraynayê dikin, biryar da 34 dîplomat û karmendên Fransî ji Moskowê bên dersînor kirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan 34 karmend, dîplomat û nûnerên welatê Fransayê têne derkirin û Moskowê ew kes wekî kesên nayên qebûlkirin pênase kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Moskowê du hefte dem daye wan dîplomatan da ku vegerin Fransayê.

Herwiha çavkaniyeke ji dîplomasiya Moskowê jî eşkere kiriye ku Wezareta Derve ya Rûsyayê, Balyozê Fransayê bangî wezaretê kiriye û jê re gotiye, "Li hember derkirina dîplomatên Rûsyayê, divê bi heman şêwe bersiv were dayîn."

Wezareta Derve ya Fransayê jî li ser vê biryara Rûsyayê bi daxuyaniyekê nîgeraniya xwe aniye ziman û daye xuyakirin, ti bingeheke rewa ya biryara dersînorkirinê tune ye.