Amerîkayê biryara dersînorkirina 12 dîplomatên Rûs da

01 March 2022 10:37 0 dîtin
Amerîkayê biryara dersînorkirina 12 dîplomatên Rûs da

PeyamaKurd Amerîkayê biryara dersînorkirina 12 dîplomatên Rûs ên ji bo îstixbaratê dixebitin da.

Li gor Reutersê da zanîn, Amerîka wê ji ber fikarên ewlekariyê, 12 dîplomatên li Neteweyên Yekbûyî (NY) kar dikin ji welêt derxe.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki eşkere kir, ew 12 dîplomat ji bo îstixbaratê dixebitin.

Herwiha Cîgirê Balyoza Amerîka ya li NYê Richard Mills jî destnîşan kir, ew dîplomatên hanê li gor berpirsiyên dîplomatan tevnegeriyane.

Mills diyar kir, karbidestên Amerîkî ji dîplomatên Rûs xwestine ku ji bo zararê nedin ewlekariya neteweyî, ji welêt derkevin.