Du welatên din biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dan
PeyamaKurd – Piştî sepandina dorpêçên Amerîkayê bi ser Rûsyayê de ku Washingtonê biryara dersînorkirina 10 dîplomatên rûsî da, hejmarek welatên din biryara dersînorkirina karmendên dîplomatîk ên rûsî ji welatên xwe didin.
Li pey biryara Amerîkayê ku Rûsyayê jî bersiva wê bi heman awayî dabû; welatên Çekya, Polonya, Brîtanya û Slovakyayê jî karmendên dîplomatîk ên rûsî dersînor kiribûn.
Herî dawî welatên Letonya û Litvanyayê jî biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî bi fermî ragihandin.
Amerîkayê bi hinceta ku Rûsyayê destwerdana hilbijartinên Amerîkayê kiriye ew biryara sepandina dorpêçan derxistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin