120 dîplomatên Rûsî ji welatên Ewropayê hatin dersînorkirin

05 April 2022 15:52 0 dîtin
120 dîplomatên Rûsî ji welatên Ewropayê hatin dersînorkirin

PeyamaKurd-Dorpêçên li ser Rûsyayê yên ji aliyê welatên Ewropayê ve didomin. Welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Fransa, Danmark û Îtalyayê; bi giştî 120 dîplomatên Rûsyayê dersînor kir. Dorpêçên nû li ser dîmenên kujeriyê yên li bajarokê Bûçayê yê Ukraynayê tên sepandin.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan biryara dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsyayê daye.  Annalena Baerbock got, “Me piştî wan dîmenên hovane biryar da ku 40 dîplomatên Rûsyayê dersînor bikin ku wan li dijî azadî û pêkvejiyana civakî ya li Almanyayê xebat kirine.”

Ji Wezareta Karên Derve ya Danmarkê jî hat ragihandin ku wan 15 Rûsên sîxurên Rûsyayê dersînor kirine. Wezîrê Îtalyayê Luigi Di Maio jî diyar ku wan ji ber ewlehiya neteweyî biryar daye ku 30 dîplomatên Rûsî dersînor bikin.