Rûsya: Yekîtiya Awrûpa wê petrola Rûsya ji welatên din bikire
PeyamaKurd – Palementerê Rûs Vladimir Dzhabarov got ku wê Yekîtiya Awrûpayê petrola Rûsyayê di rêya welatên din de bikire. Li gor ragihandina Euronewsê; piştî YA biryarê da ku ji Rûsyayê petrolê nekire, parlementerê Rûs Vladimir Dzhabarov vê ragihandinê kir.
Seroka Komîsyona YA yê Ursula von der Leyen roja çarşemê paketa dorpêçan ya li hemberê Rûsyayê ragihandibû. Li gor paketa ku bende ne welatên YA yê erê bikin, divê endamên YA yê di nav 6 mehan de û amadekirina berhemên petrolê heya dawiya salê amade bikin û têkiliyên xwe bi Rûsya re qut bikin.
Li ser vê biryara YA yê parlementerê Rûs û hem endamê komîta navdewletî yê Rûsyayê Dzhabarov, ji bo ajansa Rûsya ya bi navê Ria Novostiyê axifiye û gotiye wê welatên YA yê petrolê ji welatên din lê dîsa wê petrola Rûsyayê bikire û hem bihatir bikire. Ajansa Ria Novosti ragihand ku parlementerê Rûsya weha gotiye:
“Weka ku hinekî dîn bûne. Dibêjim wê ji Rûsya petrolê nekirin. Bila, nekirin, kes bi zorê nafroşe we. Hun ê di rêya welatên sêyem de bikirin. Wê petrola me heman tişt be lê hun ê hinek bihatir bikirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin