Rûsyayê gef li Îngilîstanê xwar: Em ê li hêmanên leskerî yên Îngilîstanê bixin!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, eger Ukrayna bi çekên Îngilîz êrişî ser xaka Rûsyayê bike, dibe ku hêmanên leşkerî yên Îngilîstanê yên li derveyî Ukraynayê werin lêdan.
Ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê der barê Îngilîstanê de daxuyaniyeke balkêş hat. Di daxuyaniya wezaretê de hat bibîrxistin ku Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê David Cameron di hevpeyvîna xwe ya bi Reutersê de daxuyanî da û got, "Mafê Ûkraynayê ye ku bi çekên Îngilîstanê êrîşî hedefên li ser axa Rûsyayê bike."
Ji ber vê sedemê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Balyozê Brîtanya yê li Moskowayê Nigel Casey ji bo wezaretê hatiye gazîkirin û nota îtîrazê hatiye dayîn û ev gotin hatine bikaranîn:
"Daxuyaniya dijminane ya Cameron berovajî sozên berê yên Îngilistanê ye ku moşekên Kruzê yên dûravêj ên ku dane Ukraynayê li dijî axa Rûsyayê nayên bikar anîn. Cameron ev nêzîkatî red kir û destnîşan kir ku welatê wî defakto aliyek şer e. Aliyê Rûsî daxuyaniyên Cameron wek delîla rageşiya cidî û piştrast dike ku London di şer de li kêleka Kîevê ye. Li hember êrîşên Ukraynayê yên li ser xaka Rûsyayê bi çekên Îngîliz, dibe ku her hêman û alavên leşkerî yên Îngîlizî yên ku li Ukrayna û derveyî Ukraynayê bin, werin lêdan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin