Rûsyayê nota fermî da Amerîkayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Balyoza Amerîkayê ya li Moskowayê Lynne Tracy ji ber xebatên hin rêxistinên sivîl ên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê bangî Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê hat kirin û nota fermî hat dayîn.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku bang li Balyozê Rûsyayê Tracy hatiye kirin û da zanîn ku 3 rêxistinên sivîl ên bi navê Encûmenên Perwerdeya Navneteweyî, Perspektîfên Çandî yên Amerîkayê û Enstîtuya Perwerdehiya Navneteweyî wek rêxistinên nexwestî hatine naskirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ev rêxistinên ku li Rûsyayê dixebitin armanc dikin ku bi piştgiriya Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo pêkanîna bername û projeyên li dijî Rûsyayê di bin navê perwerde û danûstendina çandî de ajanên bi bandor werbigrin.
Karûbarên Derve yên Rûsyayê herwiha hişyarî da û got: "Wê siza hebin, heta dersînorkirina karmendên Balyozxaneya Amerîkî yên wek kesên nayên xwestin ku di nav hewildanên destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Rûsyayê de ne, di nav de kiryarên tawankar û belavkirina dezenformasyonên di çarçoveya Hilbijartin û operasyonên leşkerî yên taybet de ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin