Rûsyayê nota nerazîbûnê da 'Moldovayê'
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi hinceta ku "cihêtiyê li çavdêrên Rûs dike û dike dijminatî" nota nerazîbûnê da Moldovayê.
Di daxuyaniya wezaretê de rêveberiya Moldovayê destûr neda ku çavdêrên Rûs hilbijartinên serokomariyê bişopînin. Hat destnîşankirin ku endamên Rûs ên heyeta Ofîsa Saziyên Demokratîk û Mafên Mirovan (ODIHR) a ku ji aliyê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) ve akredîtîzekirî ye, destûr nehat dayîn ku bikevin welêt.
Ji ber vê sedemê di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Balyoza Moldovayê ya Moskovayê Lilian Dariy ji bo Wezaretê hatiye vexwendin û hat gotin, "Derbarê cihêkarî û kiryarên dijminane yên Kişinev li hember çavdêrên Rûsî nota nerazîbûnê ji Balyoz re hat dayîn. Kiryarên bi vî rengî erkên navneteweyî yên Kişinev bi awayekî cidî binpê dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin