Rûsyayê nota da Ermenîstanê

20 September 2023 12:07 0 dîtin
Rûsyayê nota da Ermenîstanê

PeyamaKurd – Operasyona ku Azerbaycanê li Qerebaxê dabû destpêkirin li Erîvanê hat protestokirin. Dema ku çalakgeran Sefaretxaneya Rûsyayê dorpêç kirin û nehiştin xebatkar derkevin derve, Rûsyayê notayek da Ermenistanê.

Operasyona leşkerî ya Azerbeycanê ya li dijî Qerebaxê li Ermenîstanê hat protestokirin.

Çalakger li paytext Erîvanê li ber avahiya hikûmetê kom bûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Ermenîstanê Armenpressê, li Meydana Cumhuriyetê ya ku avahiya hikûmetê ya li Yêrêvanê ye, di navbera welatiyên û hêzên ewlehiyê yên li hev kom bûne de car caran pevçûn rû didin. Di pevçûnan de hin xwepêşander birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê tedbîr girtin da ku xwepêşander nêzîkî avahiya hikûmetê nebin.

Komek ji çalakgeran heta ber Sefaretxaneya Rûsyayê meşiyan û deriyê sefaretxaneyê girtin. Dema ku karmend di avahiyê de asê mabûn, Moskowê notayek da Ermenîstanê ku balyozxaneyê veke.