Rûsyayê 20 ton bacanên sor ên kurmî li Tirkiyê vegerandin

22 November 2019 18:42 0 dîtin
Rûsyayê 20 ton bacanên sor ên kurmî li Tirkiyê vegerandin

PeyamaKurd - Rûsyayê bi sedema kurmikên sax di nava bacanên sor ên ji Tirkiyê hatine şandin de hene, 20 ton bacanên Tirkiye paşde vegerandin.

Ajansa Pişkinîna Berhemên Çandiniyê ya Rûsya (Rosselhoznadzor) ragihand ku wan li herêma Bryansk tespît kiriye ku di nava 20 ton bacanên ji Tirkiye hatiye hinardekirin de kurmikên zindî hene û piştî di laboratuarê de pişkinîn hatiye kirin, ew bacan ji şûnde hatine vegerandin.

Di demên dawî de, ji ber di nava sewze û fêkiyên Tirkiyê de madeyên jehrî û kurmikên zindî hene û ne li gorî standartên tendûristiyê yên Ewropa û Rûsyayê ne, berhemên ku ji Tirkiye têne hinardekirin, bi ser wan de têne vegerandin. 

Medya Tirkiyê diyar dike ku aqûbeta sewze û fêkiyên ne tendûrist ên bi ser Tirkiyê de têne vegerandin nayê zanîn û hikûmet jî derbarê mijarê de agahdariyekê nade.