Rûsyayê bertek da serdana Blinken bo Kîevê!
PeyamaKurd – Moskovayê bertek nîşanî serdana du rojî ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken a Kîevê da.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ev serdan wekî "nîşanek Dewletên Yekbûyî amade ye şer 'heta Ukraynayiyê dawî" fînanse bike, nirxand.
Peskov got, "Ew ê di şer de piştgiriya Ukraynayê bidomînin û wê vî şerî heta Ukraynayiyê dawî bidomînin. Bi vî awayî em vê yekê dinirxînin, em pê dizanin” û anî ziman ku ev piştgirî "wê bandorê li pêvajoya operasyona leşkerî ya taybet neke."
Blinken ku do serdana Kîevê kir, di çarçoveya têkiliyên xwe yên du rojan de, ewil bi Wezîrê Karên Derve Dmîtro Kuleba re hevdîtin kir.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re jî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin