Rûsyayê biryar da: Ji Sûriyê derdikevin!

28 June 2018 15:08 0 dîtin
Rûsyayê biryar da: Ji Sûriyê derdikevin!

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got ku di van rojên dawî de me 1140 leşkerên xwe ji Sûriyê vekişandin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Putin got ku di van rojên dawî de me 1140 leşker, 13 balafir û 14 firokên xwe ji nava Sûriyê vekişandine.

Putin li Krmlînê di zanîngeha leşkerî de di civîna mezûniyetê de ji leşkerên nû re axivî û got van hevalên we li Sûriyê li qadê têkoşîn dan û azmûna xwe derbas kirin. Hûn ê jî li Rûsyayê bi perwerdehiyên leşkerî van tecrûbeyan bi dest bixin.