Rusyayê, êrîsa Îsraîlê sermezar kir: Nayê qebûlkirin!
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneyên li Xezayê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên li dijî sivîlan û binesaziyên tenduristiyê, nayên qebûlkirin.
Hat destnîşankirin ku ji malbatên qurbaniyan, gelê Filistînê û hikûmetê re sersaxî hat xwestin û hat destnîşankirin ku Moskow ji ber bûyerên ku qewimîn gelek matmayî ye û bi berfirehî ev nirxandin hatin kirin:
“Careke din em bang li aliyên şer dikin ku demildest çalakiyên xwe kêm bikin û rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigirin. Em helwesta prensîb a Rusyayê li ser nepejirandina hemû şêweyên tundûtûjiyê li dijî sivîlan, êrîşên li ser navendên bijîşkî û binesaziyên sivîl ên din dubare dikin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya xurtkirina hewildanên navneteweyî yên ji bo agirbesteke lezgîn û vekirina korîdorên mirovî û hat destnîşankirin ku ew ê alîkariyên pêwîst ên ji bo hemû organîzekirin û tehliyekirina her kesî û rawestandina karesata mirovî bikin.
Hat diyarkirin ku hewildanên siyasîkirina vê mijarê ne guncav û exlaqî ye û hat diyarkirin ku dema ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rewşê nirxand, divê beriya her tiştî li gorî berjewendiyên gelên ku li herêma pevçûnê mexdûr bûne tevbigere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin