'Rûsyayê gef li Tirkiyê xwar: Em ê jî pistgiriya hêzên Kurd bikin'

10 June 2019 15:30 0 dîtin
'Rûsyayê gef li Tirkiyê xwar: Em ê jî pistgiriya hêzên Kurd bikin'

PeyamaKurd – Rûsyayê hişyariya alîkariyên leşkerî bo komên tundrew ên şerê rejîma Sûriyê dikin da Tirkiyê û gefa piştgirîdana hêzên Kurd li Tirkiyê xwar.

Li gor nûçeya medya Îranê ku FarsNewsê belav kiriye, Rûsyayê bi hinceta ku Tirkiye alîkariyê dide komên wekî Tahrîr El-Şamê hişyariyeke vekirî daye Tirkiyê û gotiye, heger ew alîkarî berdewam bikin ew ê jî piştgiriyê bidin hêzên Kurd.

Di raporê de tê gotin ku Tirkiye piştgiriya leşkerî û lojîstîk dide koma çekdar Feylaq El Şamê jî û tê diyarkirin, ji ber ku rêkeftina Soçiyê ya bo Idlibê bi cih neaniye û binpê kiriye Rûsyayê nota daye Tirkiyê û gotiye: “Heger alîkariya bo komên cîhadî paşde nekişîne ew dê li Sûriyê piştgiriya hêzên Kurd bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye komên cîhadî di van demên dawî de, êrîşên xwe yên ser hêzên rejîma Sûriyê li bakurê rojavayê Hemayê û derdora Rîmêlanê zêde kirine.