Rûsyayê kontrolkirina herêmeke Ukraynayê ragihand

21 May 2023 10:01 0 dîtin
Rûsyayê kontrolkirina herêmeke Ukraynayê ragihand

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê, kontrolkirina herêma Bahmutê ku ev demek dirêj bû şer û pevçûnên dijwar diqewimîn, ragihand.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, devera Bahmût a herêma Donetsk a Ukraynayê, piştî hicûma hêzên rûsî yên bi hevkariya hêzên Koma Wagner bi temamî ketiye jêr kontrola artêşa Rûsyayê.

Doh 20ê Gulanê jî damezrînerê Koma Wagner Yevgeniy Prigojin, ragihandibû ku wan Bahmut xistiye kontrola xwe.

Li aliyê din Cîgira Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Anna Malyar jî dabû xuyakirin ku rewşa li Bahmutê krîtîk e û yekîneyên ukraynî xeta şer girtine. Herwiha Berdevkê hêzên Rojhilat ê Ukraynayê Sergey Çerevatıy, li ser rewşa Bahmutê gotibû, operasyona dorpêçkirina Bahmutê berdewam dike, lê dibe ku ew terka herêmê jî bidin.

Şerê Rûsya-Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dewam dike û Rûsya hewl dide, herêma Donetskê bi temamî bixe kontrola xwe û dagir bike.