Rûsyayê li navçeyên Ukraynayê yên ku dest daniye ser dest bi wesana televîziyonê kir

23 June 2022 10:28 0 dîtin
Rûsyayê li navçeyên Ukraynayê yên ku dest daniye ser dest bi wesana televîziyonê kir

PeyamaKurd – Rûsyayê li navçeyên Ukraynayê yên ku dest daniye ser, dest bi weşana televîziyonê kir.

Hat ragihandin ku yek ji wan cihên ku Rûsyayê dest bi weşana televîzyonê kiriye, navçeya  "Xeyrsonê" ya başûrê Ukraynayê ye.

Li gor efserê medyayî ya Artêşa Rûsyayê Andre diyar kir: “Me heft stasyonên televîzyonê li navçeya Kherson "Xeyrsonê" danîne, hemû niştecihên navçeyê dikarin temaşeyî kanalên televîzyonî bi zimanê Rûsî bikin.”

Herwiha niha niştecihên Kherson "Xeyrsonê" ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, bêyî ku pere bidin dikarin temaşeyî 24 kanalên Rûsî bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev beşek ji siyaseta Kremlînê ye da ku zêdetir desthilata xwe li navçeyên başûrê Ukraynayê û beşa zêde ya herêma Donbasê ku niha di bin kontrola wê de ye ferz bike.