YA dixwaze heyiyên Rûsyayê yên dest daniye ser di avakirina Ûkrayna de bikarbîne

15 February 2023 02:13 0 dîtin
YA dixwaze heyiyên Rûsyayê yên dest daniye ser di avakirina Ûkrayna de bikarbîne

PeyamaKurd – Serokatiya konseya Yekîtiya Awrûpayê dixwaze ew heyiyên Rûsyayê yên ku di dorpêçên ser Rûsya de dest danîne ser wan, di avakirina Ûkrayna de bikarbîne. Ji bo wê jî wê grûbekî xebatê ya YA yê ava bike. Ragihandin ji aliyê seroktaiya Îsveçê ya Yekîtiya Awrûpa de hat kirin. Di ragihandinê de wê grûba xebatê:

“Heyiyên Rûsyayê wê ji bo avakirina Ûkrayna de bikarbînin û ji bo wê jî wê grûb analîza qanûnî, malî, aborî û siyasî bike. Wê grûb tesbît bike bê heyiyên Rûsyayê li ku derê hene û bi temamî qiymeta wan çende, bi zelalî deynin ortê.

Ji bo Ûkrayna ji nûh de bê avakirin divê Rûsya pere bide. Ev kiryar wê bi xwe re van pirsên zor bîne. Divê ev kiryar li gor qanûnên YA yê û hûqûqa navdeweletî be. Niha ji bo vê kiryarê modelekî raste rast tine.”

Wê ji grûbê re rêvebirê giştî yê heyeta bazirganiyê yê Îsveçê Anders Ahnlid serokatiyê bike. Îsveç niha ji bo 6 mehan serokatiya konseya Awrûpayê dimeşîne.