Rûsyayê li ser bûyera li Rojavayê Kurdistanê Amerîka sûcdar kir

27 August 2020 16:17 0 dîtin
Rûsyayê li ser bûyera li Rojavayê Kurdistanê Amerîka sûcdar kir

PeyamaKurd – Rûsyayê li ser bûyera doh 26ê Tebaxê ku li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, dewriyeyên leşkerî yên Rûs û Amerîkî rastî hev hatibûn û di encama lihev ketine wesayîtên dewriyê de 4 leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn, daxuyanî da.

Rûsyayê hêzên Amerîkî bi rêgiriya dewriyeya wan tawanbar kir û diyar kir ku li gorî prosedurê wan berê hêzên Amerîkî agahdar kirine ku di wê rêyê de derbas dibin, lê belê leşkerên Amerîkî peyman binpê kirine û polîsên leşkerî yên rûsî jî tedbîrên pêwîst wergirtine.

Hat ragihandin ku li ser mijarê Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov û Sererkanê Amerîkayê Mark Milley jî pêwendiyeke telefonî pêk anîne.