Ji Amerîka û Rûsyayê sewqîyatên leskerî bo Rojavayê Kurdistanê

01 November 2020 14:19 0 dîtin
Ji Amerîka û Rûsyayê sewqîyatên leskerî bo Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hem Rûsyayê hem jî Amerîkayê sewqîyatên leşkerî bo herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gorî ragihandina Şerqûl Eswetê hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, sewqîyatên nû yên leşkerî bo herêmên parêzgeha Hesekê û rojhilatê Dêrazorê kir.

Hat diyarkirin ku karwana hevpeymaniyê ya sêyem ji alavên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat û ji ser Başûrê Kurdistanê derbasî sînorên Rojavayê Kurdistanê bû ku ji 60 barhilgiran pêk dihat. Beriya niha jî hevpeymaniyê karwaneke bi qasî 100 TIRan bi heman rêyê şandibûn Rojavayê Kurdistanê û li xalên hevpeymaniyê yên diyarkirî hatibûn bicihkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku alavên leşkerî û lojîstîkî yên Rûsî jî gihîştine balafirxaneya Qamişlo. Li gorî çavkaniyên xwecihî, sewqiyata Rûsî ya Qamişloyê ku ji 26 TIRan pêk dihat gihîştiye baregeha Rûsî ya Balafirxaneya Qamişloyê.

Li aliyê din konvoyeke Rûsî ji baregehên xwe yên Tebqa yên gundewarên Reqayê li ser rêya M4ê dewriyeyek gerand ku dema dewriyeyê balafirên Rûsî û Amerîkî firîn li ser herêmê kirin.