Rusyayê, li ser hegera operasyonan daxuyanî da

18 December 2022 21:30 0 dîtin
Rusyayê, li ser hegera operasyonan daxuyanî da

PeyamaKurd- Li ser hegera operasyonên bejahî yên ku Tirkiye dixwaze li dijî hin herêmên Suriye û Rojava bike, ji aliyê rayedarên Rusyayê ve daxuyaniyeke din jî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon dê rewşê aloztir bikin.

Di daxuyaniya Rusyayê de careke din hat tekezkirin ku ew li dijî operasyoneke bejahî ya Tirkiyeyê ne ku li dijî çeperên Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) bên kirin.

Rusyayê diyar kir ku operasyoneke bi vî rengî dê bibe gaveke destpêkê û dê bibe sedema zêdebûna aloziyan û ragihand ku pêwendiyên di navbera rayedarên herdu welatan de berdewam in.

Dîrektorê Beşa Çaremîn a Ewropayê ya Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Yuriy Pilipson, li ser mijarê got ku operasyona bejahî ya plankirî ya Tirkiyeyê "gaveke ku zû were havêtin e û dê ev gav rageşiyê hîn zêdetir bike."

Pilipson, ji bo medyaya Rusî axivî û got, “Di derbarê operasyona leşkerî ya ku Tirkiye li Suriyeyê plan dike de karmend û rayedarên îstixbaratê yên herdu welatan di nav têkiliyan de ne û pirsgirêkên hesas, bi têgihiştinê tên çareserkirin.

Wekî tê zanîn, yekane rêya bi bandor ji bo çareserkirina qeyrana Suriyeyê, formula Astana ya di navbera Rusya, Tirkiye û Îranê de ye."

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşînîn jî herî dawî ragihandibû ku li ser sînorê Tirkiye û Suriyeyê, hîn jî rewşeke dijwar heye, lê heger fikarên herdu aliyan (Tirkiye û HSD) li ber çavan bên girtin, ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.