Rusyayê, li ser Peymana Genim daxuyanî da
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşinin, di derbarê Peymana Korîdora Genim de daxuyanî da.
Sergey Verşinin, ji ajansa RIA ya Rusî re li ser Peymana Korîdora Genim a ku bi navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) dihat rêvebirin û di hefteya borî de ji aliyê Rusyayê ve hatibû betalkirin, daxuyaniyek da.
Verşinin got, "Ji bo berdewamkirina peymana li ser hawirdeya genim a ji Deryaya Reş tu nîqaş nehatiye kirin."
Dîplomatê Rus dupat kir ku heta şert û mercên peymanê neyên cîbicîkirin, ew venagerin ser rêkeftinê.
Peymana navborî, di navbera aliyan de par hatibû destnîşankirin û ji aliyê pisporan ve tê gotin ku rawestandina vê peymanê dikare bibe sedema qeyrana xwarinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin