Rusyayê, li ser êrîsa Odessayê daxuyanî da
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rusyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku tesîsên çêkirina maşînên avê yên bêmirov û amadekariyên çalakiyên terorîstî yên bi van maşînan, li nêzî bajarê Odessayê bi moşekan hatin xistin.
Îgor Konaşenkov, li ser kiryarên artêşa Rusyayê yên li Ukraynayê got ku “Îşev Hêzên Çekdar ên Rusyayê, bi moşekên rast êrîşî tesîsên li nêzî Odessa yên çêkirina maşînên avê yên bêmirov kir û bi van maşînan amadekariyên çalakiyên terorê yên li dijî Rusyayê têk birin.”
Konaşenkov diyar kir ku li tesîsan çeteyên biyanî hene û da zanîn ku hemû tesîsên hedef hatine jinavbirin.
Di daxuyaniya din a Wezareta Parastinê ya Rusyayê de îdiayên Katedrala Odessa di êrîşan de zirar dîtiye, hatin redkirin.
Hat ragihandin ku êrîş li herêmên dûrî Katedralê hatin kirin û ji ber moşekên ku ji pergala parastina asîmanî ya artêşa Ukraynayê hatine havêtin, îhtîmal e ku Katedralê zirar dîtibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin