Rûsyayê li Ukraynayê xist!

12 February 2024 10:29 0 dîtin
Rûsyayê li Ukraynayê xist!

PeyamaKurd – Rûsyayê bi balafirên bêmirov ên 'Şahed' herêma Xarkov a Ûkraynayê kir hedef. Hate hînbûn ku di êrîşê de 3 jê zarok 5 kes mirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Rûsyayê êrişî herêma Xarkovê kiriye.

Zelenskî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zarokên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne û Oleksiyê 7 salî, Mykhailoyê 6 salî û pitika Pavloyê 7 mehî jiyana xwe ji dest dane.

Zelenski di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Van zarokan hîn jiyan nedîtibûn, lê di encama dînbûna Rûsan de hatin kuştin. Malbatek din, mêrek û hevsera wî hatin kuştin. Ez ji xizmên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazim. Operasyona rizgarkirina Xarkovê didome. 4 kesên ku di nav wan de zarokek jî heye hatin rizgarkirin. Bi dehan kes hatin tehliyekirin. Hemû xizmet dixebitin û her kesê bandordar wê alîkariya pêwîst werbigire."