Sê partiyên Sunnî yên Iraqê celseyên parlementoyê boykot dikin

11 March 2024 21:17 0 dîtin
Sê partiyên Sunnî yên Iraqê celseyên parlementoyê boykot dikin

PeyamaKurd – 3 partiyên Sunnî yên parelementoya Iraqê di parlementoyê de biryara boykota celseyên parlementoyê dane û dikin. Her sê partî ragihandin ku heya serokê parlementoyê bê bijartin, wê tevgerên wan dewam bikin. Serokê partiya Aqd El-Weten Abdulrahim Şammari ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Her sê partiyên Sunnî yên parlementoya Iraqê, parlementerên partiyên Desthilata Sunnî, Azm û Hasm heya serokê parlementoyê bê bijartin wê boykota xwe dewam bikin.”

Her sê partî di roja îna borî de li ser desteka namzediya Salem el-Îsawî li hev kiribûn lê niha tevlî celseyan nabin. Di dewra borî de serokê parlementoyê serokê partiya Teqeddumê Muhammed Halbûsî bû û niha jî li gor partiyên Suunî parlementerên herî zêde yên partiya Teqeddumê ne. Di her dewrê de weke qaîde û lihevkirina pêkhateyan, di parlementoyê de Sunnî dibin serokê parlementoyê. Li ser mijarê parlementerê Teqeddumê Yahya El-Îsawî ji bo Rûdawê gotiye:

“Divê serokê parlementoyê ji partiya Teqeddumê be ji ber partiya Teqeddumê partiya herî mezin ya Sunniya ye. Jimara parlementerên her sê partiyan 30 parlementere. Ji ber wê em difikirin ku mafê me ye û em ê jê tawîzê nedin.

Dadgeha Federal ya Iraqê di 14.11.2023an de Halbûsî ji serokatiya parlementoyê girtibû û di şûna wî de kes nehatibû hilbijartin. Heya niha wekaleten serokatiya parlementoyê ji Partiya Teqeddumê Şaalan Al-Kerim û ji partiya Desthilatê Salem al-Issawi dikir.