Berdevkê PDKê: Kurd, Sî’a û Sunnî ji terzê rêvebirina Iraqê razî nînin

07 September 2023 22:38 0 dîtin
Berdevkê PDKê: Kurd, Sî’a û Sunnî ji terzê rêvebirina Iraqê razî nînin

PeyamaKurd - Berdevkê PDKê Mehmûd Muhammed ji bo çapemeniyê re ragihand ku Kurd, Şîa û Sunnî ji terzê rêvebirina Iraqê razî nînin û weha dewam kir:

“Li Iraqê kesên ku xwe di ser hûqûqê û peymanan de dibînin derketine ortê. Bûye ku biryaran ew didin û li pêşiya xebat û peymanên hukumetê dibin asteng. Ev jî dibe sedema ku li Iraqê pirsgirêk dewam dikin, di şûna pêşdeçûnê de welat paşde dimîne û dibin sedema zêdebûna bêkariyê. Li hemberê Herêma Kurdistanê jî heman tiştan dikin. Pirsgirêkan zêdetir dikin û nahêlin peyman bicîh bibin.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Muhammed li Erbîle pirsên peyamnêran bersivand û têkiliyên Erbîl-Bexdayê, bûyerên li Kerkûkê û pêwendiyên PDK-YNKê rave kir. Li ser çareserkirina pirsgirêkan axaftina xwe weha dewam kir:

“Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê aqil bikarbînin. Nabe ev welat her wext di nava pirsgirêkan de bijî. Tew dewamî bi pirsgirêkên derve re meşxûl dibin.”

Muhammed li ser mijara Kerkûkê got ku biryara dewrkirina avahiya PDKê xalekî ji peymana hevkariya rêvebirya dewletê ye û PDK û hem temamê partiyên siyasî mafê wane ku li temamê bajarên Iraqê xebatên xwe bikin, ev mafekî qanûnî û destûriye. Muhammed got; digel biryara serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani jî grûbekî xwedî zîhniyeta kevneperest li Kerkûkê tevliheviyê kir û bû sedema trajediyÊ. Muhammed weha dewam kir:

“Li Kerkûkê ew çend roj ji kesên ku konan di rêyan de vegirtin û rêyan girtin ji wan re tiştekî negotin. Lê wexta grûbekî xort ketin kolanan û gotin girtina rêyan zerarê dide Kerkûkê, bi tundî bersivê dan. Xort şehîd ketin û birîndar bûn. Ev rewş nîşan dide ku li Kerkûkê zêhna şowenîstî heye. Divê rewş çareser bibe û li gor destûrê herin. PDK xwediyê mafe ku li her bajarî xebata siyasî bike. Em weke PDK dixwazin ku kesên kujer ên sîvîlan bên lêpirsîn û bên darizandin.”

Berdevk ragihand ku berya bûyerên Kerkûkê PDK û YNK di asta jor de civînan kiribûn. Her dû partî biryarê dabûn ku civînên wan dewam bikin. Ji bo civîna bê, rojekî zelal tine ku dê kengê bêkirin.