Sêwirmendê Ali Hamaney: Bandora serê derûnî ji yê serê esasî zêdetire

13 April 2024 23:09 0 dîtin
Sêwirmendê Ali Hamaney: Bandora serê derûnî ji yê serê esasî zêdetire

PeyamaKurd - Şêwirmendê serokê ayînî yê dewleta Îranê yê Ali Hamaney, Yehya Rehîm Safewî ragihand ku bandora şerê derûnî yê li dijî Îsraîlê ji yê şerê esasî zêdetire.

Li gor ragihandina ajansa Îranê ya IRNAyê, Safewî di merasima cenazê general Muhammed Riza Zahidi de ku di êrîşa Îsrailê de di 1ê Nîsanê de li Şamê hatibû kuştin, li ser îhtîmala êrîşa ser Îsraîlê şiroveyan kir û got:

“Siyonîst hefteyekiye di nav panîkê û alarmê de ne. Êrîşa Refahê ya leşkerî rawestandin. Nikarin texmîn bikin bê dê Îran çi bike. Her şev bende ne ku Îran êrîşê bike ser Îsraîlê.

"Ev şerê derûnî, medya û siyasî ji şerê esasî zêdetir tirsê dide. Her şev li benda êrîşê ne û gelek ji wan direvin dikevin sitargehan.”