Hamaney: Jinên li gor qaîde serê xwe negrin nabe ku bi bêdîniyê bên tewankirin
PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney got ku jinên li gor qaîdeyên sergirtinê bi temamê neçin, nabe ku bi bêdîniyê bên tewankirin. Hamaney ragihandina xwe di wexta li Tehranê di ‘Roja Dayîkan’ de, bi munasebeta rojbûna Hezretî Fatma de bi grûbekî jin re civiya, kir. Hamaney piştî civînê axaftina xwe kir û weha dewam kir:
“Girînge ku jin di wezîfeyên dezgeyên biryara welat de xwedî sozin cîh bigrin. Îro li vê derê bi îzna Xwedê dahatûya me û fikra me wê fêde bide û me civînekî bi dilxweşî kir.
Di bûyerên dawiyê de yên Jîna Emînî de, hêviya dijmin ew bû ku jin bi temamî şalpên serê xwe derxin lê weka wan nebû. Sergirtin wecîbeyekî oliye. Yanî di sergirtinê de ku ferze guman tine. Ev wecîbeyekî oliye. Lê jinên ku bi temamî li pey qaîdeyan neçin, divê bi bêdîniyê û dijminahiya şoreşê nên tewanbarkirin. Jinên sergirtina wan qelsin keçên me yên esasin.”
Di 13 ê êlûnê de keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq de hatibû binçavkirin û di 16 ê êlûnê de hatibû kuştin. Li ser kuştina Emînî li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazî bûn destpêkiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin