Sacco: Sewata li Hemdaniyê, ne ji ber fisekan e

02 October 2023 16:30 0 dîtin
Sacco: Sewata li Hemdaniyê, ne ji ber fisekan e

PeyamaKurd- Metranê Dêra Katolîk a Keldaniyan a Iraq û cîhanê Patrîk Louis Sacco îdia kir ku şewata li Hemdaniyê, ne ji ber fîşekên hewayî derketiye.

Louis Sacco di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Dêra Katolîk a Keldaniyan de wiha got: “Kesê li pişt bûyera Hemdaniyeyê, ji bo mijarekê wijdan û exlaqê xwe firot. Tevî ku beriya niha gelek merasîm û çalakî li vê salonê hatibûn lidarxistin, lê çima bûyerek wisa pêk nehat?” 

Sacco ku xwest sûcdarên eslî bên lêkolînkirin û lêpirsîn bên kirin û got, "Ji ber trajediya ku hat serê Xiristiyanan, divê bûyer bi siyasetê re neyê tevlihevkirin. Divê komîteyeke qeyranê ji bo lêkolînkirina bûyerê bê avakirin û derfet ji aliyekî re neyê çêkirin ku tohmetbaran bike û hesabên xwe zelal bike.”

Serokê Komîteya Lêkolînê ya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ve hatiye avakirin Saaf Falih di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku şewata ku di hêwana dawetê ya li Hemdaniyeyê de derketiye, ji ber fîşekên agirîn ên ku di salonê de hatine bikaranîn û çirûskên wan bi qasî 4 mîtroyan bilind bûye û bûye sedema şewatê.