Dadgeha Iraqê ji bo sewata Hola Dawetê ya Hemdaniyê biryar da: 122 kes miribûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dadgeha Iraqê li ser xwediyê hola dawetê ya Mûsilê ku 122 kesên Xrîstiyanên deverê tê de şewitîbûn, 10 sal cezayê girtîgehê sepand.
26ê Îlona 2023yan li navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Nînova ya Iraqê, di holeke dawetê de şewat derketibû.
Di şewatê de 122 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 200 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin