Sadî Pîre: “Namzedê herî zêde behs têkirin Berhem Salih e”

11 December 2019 02:26 0 dîtin
Sadî Pîre: “Namzedê herî zêde behs têkirin Berhem Salih e”

PeyamaKurd- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Sadî Pîre ragihand ku wê bo kongreya partiyê ji derve mêvanan dawet nekin û got di nava partiyê de kesê navê wî herî zêde derbas dibe Berhem Salih e. Pîre bo Rûdawê ragihandiye ku wê kongreya 4 em ya YNK ê di 21 ê mehê de çêbibe. Pîre weha ragihandiye:

“Axaftina destpêka kongreyê wê cîgirê sekreterê giştî yê yekemîn Kosret Resûl bike. Bi sedema ku kongre nêzî serê salê ye, ji derve dê mêvanan dawet nekin. Wê sîstema sekreteryayê biguhire û di şûna wê de bibe serokatiya giştî. Wê cîgirên serok hebin yên ku ji têkiliyên derve, parlementoyê, darayî û ji rêxistinê berpirs hebin.”

Jimara delegeyên ku tevî kongreyê bibin li dora hezarî ne. 446 delege di civînên rêxistinê yên ku duhî hatin kirin de hatin destnîşankirin.