Salih: Divê krîza Iraqê bê destwerdana aliyekî bê çareserkirin
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê ragihand ku pêwîst e rêz li vîna gel bê girtin û her çi alî be hemû destwerdan werin redkirin.
Serokatîya komara Iraqê ragihand ku îro li Bexdayê koşka Selam a Serokomariyê, Berhem Salih pêşwaziya balyozê Japonê yê Iraqê kiriye û di berdewamê de hat gotin ku di hevdîtina herdu aliyan de tekezî li ser pêşxistina pêwendîyên Iraq û Japonyayê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê Berhem Salih di wê hevdîtinê de, pêwîstiya alîkariya koçberên Iraqê aniye ziman û li ser krîza niha ya li Iraqê jî gotiye, pêwîste krîza heyî bi vîyan û îradeya gelê Iraqê û redkirina destwerdana derekê di sîyaseta hindûr a welat de, were çareserkirin.
Beriya niha Serokomarê Iraqê red kiribû namzedekî serokwezîrtiyê li şûna Adil Ebdulmehdî bi fişara aliyekî destnîşan bike û nameya îstifaya xwe dabû parlemenê. Tê îdiakirin ku Berhem Salih destwerdan û fişarên alîyên nêzîkî Îranê red kirine û lewma jî heta niha namzedekî ferzkirî yê bo serokwezîrtiyê nepejirandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin