Sanator Mark Warner ji bo Joe Biden ji pêsbirkê vekise bi sanatorên din re hevdîtinan dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sanatorê Amerîkayê yê eyaleta Vinginiayê Mark Warner ji bo Joe Biden ji pêşbirka hilbijartinê vekişe, bi sanatorên din re hevdîtinan dike.
Warner dibêje ku Biden nikare raqîbê xwe namzedê Partiya Komarî Donald Trump têk bibe û li hemberê wî kampanyayê bimeşîne. Warner hem dibêje ku bi endişe ye ji ber dema Biden derket televîzyonê û li hemberê Trump axifî, performansa wî gelek kêm bû.
Du rêvebirên ku nexwestine navên wan bê gotin axaftina xwe ji bo rojnama Amerikan Washington Post kirine. Berdevkê Warner Rachel Cohen li ser gotinên tên gotin weha gotiye:
“Weka gelek kesan sanator Warner jî difikire ku ji bo kampanya hilbijartinê gihane rojên krîtîk û fikra xwe aşkera ji bo Koşka Sipî got.”
Li ser gotina Warner, serokê Amerîkayê Joe Biden jî di peyama xwe de ragihandiye û gotiye:
“Tekane kesê dixwaze ez ji namzediyê vekişim Warner e. Ti kesekî dinê daxwazekî weha nekiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin