Joe Biden, sanatorê berê yê Arîzonayê Jeff Flake bo serkonsuliya Tirkiyê namzed nîsan da

14 July 2021 01:43 0 dîtin
Joe Biden, sanatorê berê yê Arîzonayê Jeff Flake bo serkonsuliya Tirkiyê namzed nîsan da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bo serkonsuliya Tirkiyê namzedê xwe nîşan da. Namzedê Biden senatorê berê yê komarî lê ew bi li dijderketina Trump bi nav û deng bû, senatorê berê yê Arîzonayê Jeff Flake. Flake yekem kese ji partiya komariye ku di rêvebiriya Amerîkayê de, Biden cîh didê.

Eger senatoya Amerîkayê deng bide Flake û wî qebûl bike dê bibe serkonsulê Amerîkayê li Tirkiyê.

Flake daxwaza Biden qebûl kir û bû namzed. Li ser babetê Flake sipasiya Biden kir. Flake namzediya xwe di ser hesabê xwe yê Medium de ragihand û weha got:

“Dema em têkiliyên stratejîk yên girîng yên bi Tirkiyê re bidin ber çav ku Tirkiye hevkarê me yê NATO ye, nîşan dide ku ji ber Biden bo serkonsuliyê baweriya xwe bi min aniye û ez bi vê yekê serbilindim. Ez bende me ku bi hevjîna xwe Cherly re mirovên nejirêzê nasbikin.

Eger ji aliyê senatoyê de bêm qebûlkirin, ez ê kêfxweş bibim ku tevlî tîmeka xurt, bi tecrube û bi şiyan bibim. Min di meclisa nûneran û senatoya Amerîkayê de wezîfe kiriye. Rola kongreyê ya di siyaseta derve ya Amerîka de fêm dikim û bilind di nirxînim.

Ti tiştekî ciyê lîderiya navdewletî ya Amerîkayê nagre. Rêvbiriya Biden bi destnîşankirina min bo namzediya serkonsuliyê, nîşan dide ku di siyaseta derve û dîplomasiyê de, siyaseta partiyan datîne terefekî û bi namzediya min vêya teyîd dike.”