Rêveberiya Filîstînê ji Rêveberiya Biden hêrs bû: Berê xwe dide Çînê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Filîstînê Riyad el-Malikî, di civîneke rojnamevanî ya li Şerîaya Rojava bajarê Ramallahê de, got ku Rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden sozên ku dane wan bicih neanîne.
Riyad el-Malikî ragihand: “Serok Biden 3 sal in sozên ku ji bo alîkariya penaberên filîstînî daye bicih neaniye. Me ji xeynî alîkariya darayî ya bo Rojhilatê Qûdsê pê ve tiştek nedîtiye.”
Malikî got ku Rêveberiya Biden ew hêvîşkestî kirine û diyar kir, ew dê ji niha pê de berê xwe zêdetir bidin aliyê Çînê ku piştevaniya tam dide endamtiya Neteweyên Yekbûyî ya Filîstînê.
Wezîrê Filîstînî da zanîn ku Çîn li gelek welatên cîhanê bûye aktoreke girîng û niha ne tenê ji aliyê aborî ve dixwaze ji aliyê siyasî ve hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn zêdetir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin