Sanatorên Amerîkî xwestin ku Rûsya ji konseya mafên mirovan ya NY derxin
PeyamaKurd – Sanatorên Amerîkî bi sedema şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê xwestin ku Rûsya ji konseya mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî bê derxistin. Di mijarê de name ji bo nûnera Amerîkayê ya li NY Linda Thomas-Greenfield re şandin.
12 sanatorên di bin serpereştiya serokên konseya karên derve yên sanatoyê Bob Menendez û Jim Risch de nameyekî ji bo Thomas-Greenfield ê şandin. Sanator xwestin ku daxwaznameya derxistina Rûsyayê ya ji konseyê, pêşkêşî civîna giştî ya NY bike. Di namê de weha hat gotin:
“Em bûn şahid ku nexweşxane û dibistan hatin bombekiri û sîvîlên ku direviyan hatin kuştin. Sûcên ku ji aliyê Putin de hatin kirin, nîşan didin ku niyeta wî tine da mafên mirovan biparêze. Madem rewş wehaye, wezîfa konseyê ew e ku di dinyayê de mafên mirovan biparêze û feda Rûsya ji rêxistinekî weha re tine û divê em li ser vê mijarê bifikirin.”
Di namê de hat ragihandin ku li gor xala ‘eger endamekî bi firehî û sistematîk îstîsmarê bike’ bi dengên ji 1/3 ê yan dikarin wî endamî ji endamtiyê derxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin