Sancar: Divê Erdogan tevî kabîneya xwe karvekisîna xwe ragihîne
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî karvekişîna Wezîrê Xezîne û Aboriyê Berat Albayrak got sîstema Tirkiyê hildiweşe û bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir, da ku tevî kabîneya xwe karvekişîna xwe ragihîne.
Di komcivîna partiya xwe de Sancar diyar kir: ‘‘Bi tenê karvekişîna Wezîrê Xezîne û Aborî ne bes e. Divê Serokomar tevî kabîneya xwe karvekişîna xwe ragihîne. Em li bendê ne ku bi wêrekî û basîret bepirsîyê bigire ser xwe.’’
Sancar da zanîn ku li pêş wan ‘‘qonaxeke nû’’ heye û got ku ‘‘yek ji armancên girîng yên wê qonaxê’’ dê hilbijartina pêşdem be.
Hevserokê HDPê diyar kir ku ew ê di hilbijartinê pêş de desthilata heyî gêr kin û bo li welêt ‘‘prensîbên demokratîk û azadî’’yê bi cîh bikin jî, bibin şirîkê rêveberiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin