Sanda Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê bo hevdîtinan li Bexdayê ye
PeyamaKurd – Bi serokatiya Qubad Talabanî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê.
Li gor demek berê hat ragihandin, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, gihîşt Bexdayê.
Şanda Kurdistanê, dê bi berpirsên Iraqî re li ser mûçe, budçe û çend mijarên din hevdîtinan pêk bîne.
Ji ber ku Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab bi vîrusa Koronayê ket, di nav şanda Hikûmetê de cîh negirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin