Sanda Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Bi serokatiya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, şanda Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê wê sibê di derbarê çareserkirina kêşeyên herêmê, here Bexdayê.
Li gor Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî Semîr Hewramî ragihand, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî, dê mijarên li ser budce û mûçeyên Kurdistanê li gel rayedarên Hikûmeta Iraqê gotûbêj bikin.
Serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di serdana xwe ya Washingtonê de daxwaz kiribû li dû vegera Iraqê şanda Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo destpêkirina gotûbêjan û gihiştina rêkeftineke dawî wê pêk were.
Hefteya borî jî şanda Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên li ser projebudceya sala bê ya Iraqê li Bexdayê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin