Sanda PDKê, ji bo çend civînan derbasî Bexdayê bû
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, şandek ji Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), ji bo çend civînên cuda bike, gihîşt Bexdayê.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku şanda Mekteb Siyasiya ya PDKê, bi Serokatiya Sekreterê Mekteb Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî, gihîşt Bexdayê.
Tê payîn ku şanda PDKê, li Bexdayê ligel rayedarên dewletê û aliyên din ên Iraqê bicive û li ser çend mijarên siyasî dan û stendinan bike.
Hat zanîn ku şanda PDKê dê nîgeraniyên xwe yên li hember helwestên hin aliyên beşdar ên di nav Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de ya li hember herêma Kurdistanê bigihîne Serokatiya Hevpeymaniya Îdareya Dewletê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin