Sanda PDKyê li Çînê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêjan dike
PeyamaKurd – Şandeyeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Înê li gel Cîgirê Serokê Komîteya Daîmî ya Kongreya Gel a parêzgeha Anhuiyê Yang Guangrong û berpirsên Partiya Komunîst a Çînê civiya û pêwendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kir.
Di hevdîtinê de Yang nêrînek giştî ya parêzgeha Anhuiyê pêşkêş kir û diyar kir ku ew 62 mîlyon kes lê dijîn û di warê pîşesazî û bazirganiyê de wekî 11emîn navenda aborî ya Çînê ye.
Her weha bal kişand ser giringiya taybet a Pekînê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û tekezî li ser rola giring a PDKyê li herêmê kir.
Yang di berdewamiya axaftinên xwe de jî xwesteka Çînê ya ji bo bihêztirkirina peywendiyên di tevahiya waran de û bihêztirkirina hevkariyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokê şandeya PDKyê Hêmin Hewramî bi rêya Yang Guangrong silavên Serok Mesûd Barzanî gihandin Serokê Çînê Şî Cinping. Her wiha şanda mêhvan bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, siyasetên rêveberiya PDKyê û rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyê ya berfirehtir agahî dan.
Her weha pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û kêşeyên li pêş herêmê berfireh hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de tekezî li ser berfiretirkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê kir û her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina hevkariyên di warên cuda de kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin