Serok Barzanî, pêswaziya sanda Çînê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, îro Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Çînê yê Kar û barên Partiya Komunîst Zhu Rui kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku îro Balyozê Çînê yê Bexdayê Cui Wei û Konsulê Giştî yê Hewlêrê Liu Zhenyong jî di nav de şandeke Çînê serdana Serok Barzanî kir.
Li gorî hat diyarkirin, Rui di derbarê polîtîkaya Partiya Komunîst a Çînê ya li ser mijarên navneteweyî û herêmî yên piştî kongreya 20emîn û polîtîkaya Çînê ya di derbarê geşedan û guhertinên li herêmê de agahî dan.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serok Barzanî amaje bi pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê kir û ragihand ku divê PDK û Partiya Komunîst, ji bo bipêşxistina peywendiyan, mekanîzmayeke guncav bibînin.
Hat zanîn ku Rui bal kişand ser xalên hevbeş ên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Komunîst a Çînê de û diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên herdu aliyan pêş bixin û di warên îdarî, bazirganî û aboriyê de bi hev re ezmûnên xwe parve bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin