Sanda Rojava bi rêveberiya Samê re civiya: Hevdîtin bi ser neketin...

10 October 2019 15:04 0 dîtin
Sanda Rojava bi rêveberiya Samê re civiya: Hevdîtin bi ser neketin...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandeke Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Rojavayê Kurdistanê bi sedema êrîşên Tirkiyê serdana Şamê kir û bi rayedarên hikûmeta Beşar Esed re hevdîtin pêk anî.

Li gorî zanyariyan şanda PYDê ku çûye Şamê û bi rayedarên rêjîma Sûriyê re li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava hevdîtin kirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê jêderekî Rojavayê Kurdistanê gotiye, şanda Rojava ji Salih Muslim, Aldar Xelîl û komek berpirsên din yên PYDê pê hatibû.

Wî jêderî daye zanîn, hevdîtinên şanda PYDê bi berpirsên Şamê re serkeftî nebûne ji ber ku hikûmeta Sûriyê daxwaziyên wê şandê qebûl nekiriye û dijîtiya xwe bo mafên siyasî yên kurdan nîşan daye.

Bi gotina wî jêderî, şanda PYDê pêşniyar kiriye Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevbeş ji aliyê wan û rêjîma Sûriyê ve were birêvebirin lê rêjîmê ew qebûl nekiriye û gotiye, bila hemû Rojava bikeve bin kontrola wê.

Êrîşa artêşa Tirkiyê bi balafirên şer û bombardimanên bejahî bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku doh li demjimêr 16:00 bi ferman û ragihandina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest pê kiribû îro jî berdewam dike.