Sandeke Herêma Kurdistanê bo danûstandinên darayî diçe Bexdayê

14 September 2020 13:59 0 dîtin
Sandeke Herêma Kurdistanê bo danûstandinên darayî diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Şandeke teknîkî ya Herêma Kurdistanê, wê îro bo guftûgokirina budçeya sala 2021ê, serdana Bexdayê bike.

Li gor zanyariyên, wê şanda Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Bexdayê re budçeya sala 2021ê gotûbêj bike.

Herwiha şanda Kurdistanê wê nûnertiya herdu Wezaretên Darayî û Plandananê ya Herêma Kurdistanê bike û wê budçeya sala 2021ê gotûbêj bike.