Sandeke Kurdistanê ji bo kêseyên cotkaran û bazara berheman diçe Bexdayê
PeyamaKurd - Wezîra Cotkarî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî ragihand, wê di demeke nêzîk de şandeke Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo rêkeftin û vajokirina çend projeyan.
Wezîra Cotkarî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî ragihand, “Weke Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê em pabendî li hevdu têghiştina ligel Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê ya Iraqê ji bo veguhestina berhemên navxwe li bajarên naverast û başûrê Iraqê û ev jî karîgeriyê li ser bazara berhemên cotkaran dike.”
Bêgerd Talabanî da zanîn, hinek caran hin kêşe di warê ji hevdutêgihiştinê de çêdibe di dema veguhestina berheman de ji aliyê Iraqê û ji bo çareserkirina wan kêşeyan û çend pirsên din wê serdana Bexdayê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin